Li Îstanbulê civîna derheqê Îdlîbê de

Berdevkê serokatiyê İbrahim Kalin dê nûneriya Tirkiyê bike...

Li Îstanbulê civîna derheqê Îdlîbê de

Li Stenbolê îro dê civîneke girîng pêk were. Nûnerên tirkiye, rûsya, elmanya û fransayê dê ji bo idlîbê bicivin.

Tirkiye ji bo ku rejîma Esed êrîşî İdlîbê neke, hewleke mezin dide.

Loma jî ji Rûsya, Elmanya û Fransê nûnerên payebilind li Stenbolê dicivin.

Berdevkê serokatiyê İbrahim Kalin dê nûneriya Tirkiyê bike.

Di civînê de ew ê li ser çareseriyeke bê pevçûn bipeyîvin.

Herwiha dê plana civîna serkirdeyên van welatan jî were gerandin.

Ji vê kombûnê bi şûn de serokên her 4 welatan dê civînekê li dar bixin.

Civîna li ofîsa Dolmabahçeyê dê bi awayekî girtî were çêkirin.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2018, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE