Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû ji 16 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 16 milyonî derbas bû.

Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû ji 16 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 16 milyonî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike jimar apêketiyên vîrusê derket 16 milyon û 20 hezar û 149an.

Li Amerîkaya ku waqie herî zêde lê ne 4 milyon û 264 hezar û 689 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Piştî Amerîkayê welatên ku lê waqie herî zêde tên dîtin bi rêzê va: Brezîlya (2 milyon 348 hezar û 200), Hindistan (Milyonek û 364 hezar û 475), Rûsya (806 hezar û 720), Afrîkaya Başûr (421 hezar û 996), Meksîka (378 hezar û 285), Peru (375 hezar û 961), Şilî (341 hezar û 304), Îspanya (319 hezar û 501), Îngiltere (297 hezar û 914), Îran (288 hezar û 839), Pakistan (271 hezar û 887), Erebistana Siûdî (264 hezar û 973), Îtalya (245 bin 590) û Kolombiya (233 hezar û 541).

Li Tirkiyeyê jimara waqieyan derket 224 hezar û 252yan.

Welatên din ên ku jimara waqieyan ji 100 hezarî derbas bû wiha hatin rêzkirin:

"Bangladeş (221 hezar û 178), Almanya (206 hezar û 59), Fransa (180 hezar û 528), Arjantîn (153 hezar û 520), Kanada (113 hezar û 206), Qetar (109 hezar û 36) û Iraq (107 hezar û 573)."

Kovîd-19ê ku li Vuhana bajarê Çînê derket holê belavî ji 200î zêdetir herêm û welatî bû. Li tevahiya dinyayê ji ber şewba Kovîd-19ê 644 hezar û 30 kes mirin.

9 milyon û 793 hezar û 882 pêketiyên Kovîd-19ê baş bûn, hê jî 5 milyon û 582 hezar û 237 waqieyên aktîf hene.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE