Li Tirkiyeyê hejmara pêketinên rojane ên Kovîd-19ê cara yekê 100 hezar derbas kir

Li Tirkiyeyê hejmara pêketinên rojane ên Kovîd-19ê cara yekê 100 hezar derbas kir

Li Tirkiyeyê hejmara pêketinên rojane ên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) cara yekê 100 hezar derbas kir.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 452 hezar û 173 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 102 hezar û 601 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin 198 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 87 hezar û 562 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,54 a doza duyem jî weke 84,46 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 142 milyon û 171 hezar û 571 doz aşî hatiye kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye evi in:

Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Zonguldak û Manîsa.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e evi in:

Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz e.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de got, "Me pêkve dît ku derzîlêdan çawa tesîrên Kovîd-19ê yên li hemî qadên jiyanê kêm dike. Herwiha ew astên ku pandemî gihiştiyê jî nîşanda ku lixwedana doza baldariyê pêdivê neye îhmalkirin. Bi teqez dozên nû li xwe bidin. TURKOVACa ku hêza parastina wê gelek e, bi dilrehetî hilbijêrin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE