Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 230 hezar û 969an

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1192 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 19 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 230 hezar û 969an

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1192 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 19 kesan canê xwe ji dest dan. Hejmara pêketiyan gihişt 249 hezar û 309an û ya miriyan gihişt 5 hezar û 974an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 65 hezar û 956 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 725 hezar û 242an.

Di 24 saetên dawîn de 1192 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 249 hezar û 309an.

19 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 974an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 997 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 230 hezar û 969an.

Hejmara nexweşên giran 679, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,6 e.

Wezîrê Tendirustiyê Faahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara teşxîsên nû ji yên duhê kêmtir in. 12 hezar û 366 ji hejmara pêketiyên heta nuha, nexweşên aktîf in. Wate potansiyela belavkirina vîrusê bi wan re ye. Ew û yên bi wan temaskirî di îzolasyonê de ne. Heke em baldar bin û li derve xwe ji rîskê biparêzin emê xurttir biserkevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE