Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 165an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 795 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 165an.

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 165an

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1217 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 19 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 121ê.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 80 hezar û 302 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 327 hezar û 466an.

Di 24 saetên dawîn de 1217 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 258 hezar û 249an. 19 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 121ê.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 795 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 165an.

Hejmara nexweşên giran 783, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,5 e.

- "Dê di dawiyê de yê têkçûyî vîrus be"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro ji 80 hezarî zêdetir test hatin ketin. 1217 nexweşên nû hatin tesbîtkirin. Zêdebûna hejmara nexweşên giran berdewam e. Rêjeya pnomoniyê di sînorê kontrolê de ye. Hêza me bi qasî pabendiya me ya bi rênimayan e. Dê di dawiyê de yê têkçûyî vîrus be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE