Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 239 hezar û 797an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1002 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 239 hezar û 797an.

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 239 hezar û 797an

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1313 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 20 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 183yan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 100 hezar û 109 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 621 hezar û 749an.

Di 24 saetên dawîn de 1313 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 262 hezar û 507an. 20 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 183yan.

Îro bi rehetbûna 1002 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 239 hezar û 797an.

Hejmara nexweşên giran 841, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,4 e.

- "Heke em pêkve pabendê van tedbîran bin emê biserkevin"

Wezîrê Tendirustiyê Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Me îro zêdetir ji 1000î test kirin. Di encama van testan de 1313 nexweşên me yên nû hene. Em neçar man li hinek wîlayetan tedbîrên taybet bistînin. Heke em pêkve pabendê van tedbîran bin emê biserkevin. Di dawiyê de ya têkçûyî dê vîrus be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE