Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 240 hezar û 792an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 995 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 240 hezar û 792an.

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 240 hezar û 792an

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1491 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 26 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 106 hezar û 111 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 727 hezar û 860î.

Di 24 saetên dawîn de 1491 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 263 hezar û 998an. 26 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 209an.

Îro bi rehetbûna 995 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 240 hezar û 792an.

Hejmara nexweşên giran 862, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,3 ye.

Wezîrê Tendirustiyê Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di serdema dawîn de hejmara nexweşên rehetbûyî ji ya nexweşên nû kêmtir e. Tenê bi kêmkirina hejmara nexweşên nû em dikarin hejmara nexweşan têxin bin kontrolê. Ji bo îro rêbaza herî derbasdar ji bo kêmkirina nexweşên aktîf, tedbîr e. Di dawiyê de ya têkçûyî dê vîrus be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE