"Li Tirkiyeyê pirsgirêka mixalefeta devşîrme heye"

Erdogan li kêleka Şaredariya Mezin ya Meletiyê di mitînga AK Partiyê ya Meletiyê da axivî.

"Li Tirkiyeyê pirsgirêka mixalefeta devşîrme heye"

 Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Li Tirkiyeyê êdî di rewşa heyî da kêmasiya mixalefetê tuneye, pirsgirêka mixalefeta devşîrme heye."

Erdogan li kêleka Şaredariya Mezin ya Meletiyê di mitînga AK Partiyê ya Meletiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir mixalefet qet behsa TIRên çekan yên ku ji rêxistina terorê ya cudakar ra çûn nakin û devê xwe venakin û got ku haya wan jê tuneye li Behra Reş, Ege û Behra Sipî çi diqewime û zehmetên çawa hene.

Erdogan diyar kir di rêvebiriya niha da CHP ji hêla dijminên îradeya neteweyî va tê bikaranîn û wiha got: "Di Meclisê da bi zimanê Rûman xeber didin, tezên Rûman dikin û dibin berdevk û di rojnameyên Yewnan da dibin manşet."

Serokomar Erdogan destnîşan kir mixalefet biisrar dixwaze ku hilbijartinên 31ê Adarê ji qîmetê bixe û hewil dide wisa nîşan bide wekî ku ne girîng in û wiha axivî: "Îdia dikin ku 31ê Adarê, hilbijartineke ji rêzê, asan û asayî ye. Qet behsa xetere û talûkeyên li pêşiya welatê me nakin."

Erdogan diyar kir li Tirkiyeyê êdî di rewşa heyî da kêmasiya mixalefetê tuneye, pirsgirêka mixalefeta devşîrme heye û wiha dewam kir: "Serokê Giştî yê CHPyê bira kujeran a ku li Sûriyeyê bi hezaran mirovan qir dike, bi sed hezaran nefî dike, çekê dide destê zarokên 10-12 salî û wan bi zorê dide şerkirin qey wek 'komeleya çûkên qenerîhez' dîbîne?"

Serokomar Erdogan destnîşan kir di demên dawîn da HDPyî derewekê dibêjin 'Erdogan kesên ray didin HDPyê terorîst îlan dike û wiha peyivî: "Li tu derekê gotineke min a wiha tune, lê yên li ser hûn terorîst in. Lewra we piştgirî da rêxistina terorê, hûn piştgiriyê didin."

Erdogan der heqê Îtifaqa Milet da diyar kir ev tifaq, ew tifaq e ku dixwaze li ber siberoja gelê me dafik dayne, îstiqbala Tirkiyeyê tarî bike, destkeftiyên welatê me yên li Sûriyeyê ji dest bide derxistin û rêxistinên terorê dîsa bike bela serê me û got ku ev tifaq, tifaqeke hilweşînê ye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir HDPyê pereyê ku ji şaredariyên we ra hatin şandin ji Qendîlê ra şand û wiha got: "Çima ev der teslîmî qeyyûman kirin, darazê ev biryar çima da, vaye ji ber vê da. Ji vir û şûnda jî heke heman tişt çêbe, ez bawer dikim ku daraza me wê heman biryarê bide."AA

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE