"Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke desthilatdariyê tuneye, lê bi rastî jî em pirsgirêkeke mixalefetê ya mezin ra rû bi rû ne"

"Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke desthilatdariyê tuneye, lê bi rastî jî em pirsgirêkeke mixalefetê ya mezin ra rû bi rû ne"

Serok Recep Tayyîp Erdogan di Komcivîna TBMMyê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan: "Gava em pêşniyazên destûrê yên partiyên din û yên ku me amade kirine bikaribin li hev bînin, beriya heyama qanûndanînê biqede em ê li Meclisê vî karî bigihînin encamekê."

"Em behsa destûreke nû dikin, hin kes derdikevin û dibêjin 'Hewce bike em ê 4 bendên ewil jî biguherînin' û ji hêza siyasî ya di badora PKKyê da ye çavên xwe dişikînin."

 "(Fikra guherandina 4 bendên ewil yên destûrê) Heger ev îradeya giştî ya CHPyê be ji bona welatê me pirsgirêkeke zehf xeternak heye."

 "HDPyê mafê xwe yê veşartî yê şirîkatiya Îtifaqa Gel emilandiye û vê xanimê veto kiriye."

"Dîrokê helbet ji kesên ku CHPya partiya herî kevin ya komarê kirine bin emrê HDPya ku maşika rêxistina terorê ye hesab bipirse."

 "Navê hevkariya bi hişmendiya ku şûrê gawiran dihejîne ra mixalefet nîne, bi zanatî neyartiya vî gelî û vî welatî ye."

 "Kemal efendî heger li hişbirê digerî li eynê binihêre. Di nav AK Partiyê da tu nikarî kesên bi hişbirê emel dikin bibînî, tu nikarî buxtaneke wiha li AK Partiyê bikî."

 "Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke desthilatdariyê tuneye, lê bi rastî jî em pirsgirêkeke mixalefetê ya mezin ra rû bi rû ne."

 "Sala 2023yan tenê bi destê Îtifaqa Cumhur avakirina Tirkiyeya hêzdar û mezin nîne, di heman demê da em ê mizgîna ku mixalefet ji qeyd û bendan rizgar dibe jî hildin."

 "We şaredariyên mezin yên Enqere û Stenbolê hilda. Hûn nikarin asfaltên wir jî teze bikin. Ji çel û mirtan meriv nikare derbas bibe. Kanê şaredarî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE