Wezareta Tendirustiyê ragihand, Di 24 saetên dawîn de 3116 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin. Hejmara pêketiyan gihişt 101 hezar û 790î. 115 kesan canê xwe ji dest da, hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihiş 2 hezar û 491ê.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca di daxuyaniya xwe ya di vê mijarê de got, "Rewşa me ya îro ji ya duh çêtir e. Me bi giştî 791 hezar û 906 test kirin, em ne bi tesadufî hatin vê xalê. Pişkinîna her yek ji teşxîskiriyan ya hat kirin yan jî berdewam e. Ji bo encaman piştevaniya bi tedbîran şert e. Hêzê bidine me."
AA