Li Tirkiyeyê 'Vîzyona Bajarvaniyê ya Nû'

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan manîfestoya hilbijartinê ragihand.

Li Tirkiyeyê 'Vîzyona Bajarvaniyê ya Nû'

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Salona Sporê ya Enqereyê di Civîna Nasandina Namzedên Hilhijartina Herêmî ya 31ê Adara 2019an ya AK Partiyê da manîfestoya hilbijartinê ya AK Partiyê eşkere kir.

Serok Erdogan destnîşan kir wek AK Partî di heyama nû da hişmendiya xwe ya şaredariyê û sozên didin gel di bin 11 xalan da kom kirine.

Erdogan diyar kir bi xîret, dilsozî û dilnizmiyê dibêjin 'mijara welat mijara dilsoziyê ye' û got ku em bi gotina şaredariya dilsoziyê derdikevin hemberî gelê xwe û wiha dewam kir: "Em ji xelqê xwe ra wê sozê didin ku ew kesên hin ji wan xwedî tecrube ne û hin ji wan jî xwedî vîzyon in, wê bi kelecaneke nû bi vîzyoneke nû bajarên me pêş va bibin."

Serok Erdogan destnîşan kir mîna projeyên pêşerojê yên welatê xwe wê ji bona bajarên xwe jî belgeyên stratejîk yên bona demên kurt, navîn û dûr û dirêj amade bikin û wiha got: "Berevajî xebatên ku heta niha hatine kirin em ê li Tirkiyeyê 'Vîzyona Bajarvaniyê ya Nû' bidin destpêkirin. Em ê şaredarên xwe di çarçoveya hedefên xwe yên qewlê wan salek in, yên ji salekê zêdetir in û yên li gor vîzyona sala 2023, 2053 û 2071ê ya welatê me ne binirxînin. Ji bo şopandina van hemû pêvajoyên şaredariyan em ê di bin banê Serokomariyê da pergala şopandin û nirxandinê ava bikin."

Erdogan destnîşan kir şaredarên wan wê bi hişmendiya li ser xelkê bajêr bibin hakim hereket nekin, wê mîna xizmetkar wezîfeya xwe bikin.

Serok Erdogan diyar kir ji bo şopandina pergala veberhênanên li 81 bajarên welêt tên kirin şaxên rêveberiya navendî ava kirine û wiha got: "Em ê wê pergala ku li gor qinaeta me wê gelekî bi kêr bê bi şaredariyan ra jî têkildar bikin. Ji bilî vê jî ji bo şopandina şaredariyên AK Partiyê jî em ê li pergaleke wek vê li Navenda xwe ya Giştî jî ava bikin."

Erdogan destnîşan kir wê hişmendiya sadebûna mîmariya Selçuqiyan, zerafeta mîmariya Osmaniyan û terzên nûjen yên vê demê di xwe da dihewîne belav bikin.

Serok Erdogan diyar kir di heyama desthilatdariya xwe ya giştî û herêmî da çawa ku bajarvaniya bêplan ji holê rakirine wê plankirina bêpergal, bêkêr û bêkontrol jî ji holê rakin.

Erdogan diyar kir wê planên bajêr û sepanên îmarê awayekî zelal eşkere bikin û wiha axivî: "Ji bo planên ku divê ji mecbûrî li serê guherîn bên çêkirin jî bi heman awayî di bin çavdêriya gel da em ê bibin serî. Em ê planên guherînan li avahiyên mixtariyan îlan bikin û piştî ku gel fikr û ramana xwe parve kir sepan wê dest pê bike."

Serok Erdogan destnîşan kir wê destûrê nedin guherîna planên ji bo parsêlên ku îhtimala îstismarê heye û wiha got: "Em ê projeyên xwe yên nûkirina bajêr him bona talûkeya erdhejê û him jî rê li ber avabûna bêpergal bê girtin pêşva bibin."

Erdogan diyar kir wê projeyên veguhestina tomerî bileztir û zêdetir bikin û welatiyên wan yên ji bajaran dijîn ji geremola trafîkê xilas bikin û wiha peyivî: "Meseleya otoparkê jî him di sepandina planên bajêr da û him jî di planên îmarê da bidin bicihkirin û li serê bisekinin. Bi vî awayî jî ewê wesayîtên li ser peyarêyan ji holê rabin û welatiyên me wê rihet bikin."

Serok Erdogan destnîşan kir wê li her bajarî gorî erdnîgarî, hewa, tebîet, dîrok, îmkan û xelkê wê modelên pêşketinê amade bikin û wiha axivî: "Li her bajarî bi sepanan ciyên pîlot bi demê ra em ê modela bajarvaniya berwar li her derê welatê xwe belav bikin."

Erdogan diyar kir wê civînên Meclisa Şaredariyê û îhaleyên şaredariyê digel weşana zindî ji her kesî ra vekirî bikin û wiha peyivî: "Em ê destûrê nedin projeyên pejna her bajarekî me yê ku xwedî çîrokekê ye xirab dikin û tu xêra wan ji hebûna çandî ra tune." 

Serok Erdogan destnîşan kir li şaredariyên wan kesên ku gorî heq, edalet, wijdana mehşerê û hiqûqê tevnegerin hebin wê wan efû nekin.

Erdogan diyar kir di çarçoveya tecrubeyên xwe yên heta îro da wê teşwîqeke ku di şûna avahiyan da bila hin qad wek nûkirina bajêr bên îlankirin, hewl bidin û wiha axivî: "Di şûna sepana nûkirina bajêr a bi yekdengî da em ê çareseriyên hewcedariya welatiyên me û herêmê hel dikin derxin meydanê. Em ê veguherîna fizîkî bi veguherîna aborî, çandî û civakî va teswîr bikin û ji bo bajarvaniyê hemleyeke nipînû bidin destpêkirin."

Serok Erdogan destnîşan kir pêwîstiya Tirkiyeyê bi siyaseta gefxwarinê tuneye bi siyaseta xizmetê heye û got ku em ê kampanyaya xwe ya hilbijartinê wiha bimeşînin û wiha dewam kir: "Heyama nêrîna siyaseta antîdemokratîk a banga derbeyê dikir, darvekirin, kuştin, jehrkirin, sirgûnkirinê dixwaze dê 31ê adarê bê girtin."

Erdogan diyar kir di heyama pêş da wê tu bajarekî welêt yê ku pirsgirêkên wê yên binesaziyê yên wek ava vexwarinê, kanalîzasyon, xaza siruştî û xetên ragihandinê nehatine çareserkirin wê nemîne û wiha peyivî: "Em ê nehêlin ku bajarên me wekî amûrê dewlemendbûna li ser pişta xeyrîmenqûlê bên emilandin û em ê bajarên xwe bikin mekanên wiha ku dê bi hêza nirxê zêde yê hêza hilberîna aboriya xwe va qewîn bibin."

Serok Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Em ê ji girêdana xwe ya Îtifaqa Cumhur a ku em wekî temînata beqaya welatê xwe û dahatûya gelê xwe dibînin tewîzê nedin."

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE