Li Turkiyeyê 208 hezar û 477 kes ji Kovîd-19ê baş bûn

Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 921 kesan, 16 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 225 hezar û 173yan, jimara miriyan derket 5 hezar û 596an

Li Turkiyeyê 208 hezar û 477 kes ji Kovîd-19ê baş bûn

Li Tirkiyeyê 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 921 kesan, 16 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 225 hezar û 173yan, jimara miriyan derket 5 hezar û 596an. 1103 kesên din baş bûn û jimara kesên tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bûn derket 208 hezar û 477an.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya lu li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 43 hezar û 312 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 921 kesan. Di 24 saetan da 16 kesan wefat kir, 1103 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 4 milyon û 532 hezar û 672yan, jimara waqieyan derket 225 hezar û 173yan, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 596an.

Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 1252, jimara kesên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 386, jimara nexweşên baş bûn bi tevahî derket 208 hezar û 477an.

- "Îhmala kesên din divê ji bo terikandina tevdîran wek hincet neyê qebûlkirin"

Wezîrê Tenduristiyê Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê ya der barê daneyên dawîn da got ku:

"Hefteya dawîn bajarên ku rêjeya pnomonîliyê herî zêde kêm bûn Artvîn, Mûş, Denizlî, Duzce, Erzirom, yên herî zêde bûne Isparta, Kocaelî, Mêrdîn, Karaman. Sedema wê çi dibe bila bibe îhmala kesên din divê ji bo terikandina tevdîran wek hincet neyê qebûlkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE