Wezareta Tendirustiyê ragihand di 24 saetên dawîn de, 2 hezar û 456 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, 79 kesên din ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) canê xwe ji dest dan û hejmara miriyan gihişt 356an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya wezaretê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.
Koca di parvekirinê de got, "Hejmara testan li gor duhê bi ser 4 hezaran ket. Li gorî rêjeya hejmara testan, hejmara pêketiyan kêm bû. Ji sedî 82yê nexweşên ku di 24 saetên dawîn de canê xwe ji dest dan, dîsan yên temenê wan di ser 60î re bûn. 82 nexweşên me yê din ji nexweşiyê rizgar bûn."AA