Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Koca ragihand ku di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 892 pêketiyên Kovîd-19ê teşxîs kirine, 76 kes mirine, hejmara miriyan gihiştiye 725an.

Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Duh me hewl dida welatê xwe li hember derve îzozle bikin, nuha pêdivê bajar bi bajar pabendî rênimayên îzolasyonê bin."

Wezîr Koca: "Me lijneyekû nû bi navê Lijneya Zanistên Civakî çêkir. Lijne dê derbarê pêvajoyê xebatên pêşbîniyê bike, dê pêşniyazên civakî bîne."

Koca: "Em bi vîrusekê re rûbirû ne ku temen jê re ferq nake. Xurt belav dibe û li gorî miqawemeta wicûd di herkesî de xwe nîşan dide."

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Em êdî dibin şahid ku nexweşên ciwan jî dimirin. Pêdivê temen weke garantiyê neyê dîtin."

Koca: "Li ser nexweşan di warê enfeksiyona kezebê de me hişt kêmbûn çêbibe, rola zû destpêkirina tedawiya bi derman tê de mezin e."

Wezîr Koca: "Bi rêbaza dijîtal ew kesên ku pêdivê li malê îzole bibin, emê bişopînin. Pêwist bû emê hişyariê bidin. Me amadekariyên pergalê qedandin."

Koca ragihand ku di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 892 pêketiyên Kovîd-19ê teşxîs kirine, 76 kes mirine, hejmara miriyan gihiştiye 725an.

Wezîrê Tendirustiyê Koca ragihand ku hejmara kesên ku tedawiya wan ji Kovîd-19ê qediya û taburcî bûn gihişt 1582an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE