Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Wezareta Tendirustiyê ragihand, "Di 24 saetên dawîn de tedawiya 1523 kesan tamam bû, tevî wan bi giştî 11 hezar û 976 kes rehet bûn."

Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 3977 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin. Bi giştî hejmara pêketiyan gihişt 86 hezar û 306an. 127 kesan ji ber Kovîd-19êcanê xwe ji dest dan. Bi giştî hejmara miriyan gihişt 2017an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê di 24 saetên dawîn de 25 hezar û 344 test hatin kirin û di çarçoveyê de 3 hezar û 977 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.

Di 24 saetên dawîn de 127 kesan ji ber Kovîd-19êcanê xwe ji dest dan û 1523 nexweş rehet bûn.

Bi giştî hejmara testan gihişt 634 hezar û 277an, hejmara pêketiyan gihişt 86 hezar û 306an. Heta nuha 2 hezar û 17 nexweş mirin. Hejmara nexweşên di beşa nexweşiyan giran de 1922 e, ya nexweşên entube 1031 e. Bi giştî 11 hezar û 976 nexweş rehet bûn.

Wezîrê Tendirustiyê Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê got, "Giringiya ku em didin tedbîran, berhem dide. Em rojane îmkanên testan zêde dikin û bi vê re helwestên we yên bi berpirsane dê hejmara pêketinan kêm bike. Bila baweriya we bi artêşa me ya tendirustiyê û hêza pergala me ya tendirustiyê hebe. Pabendî tedbîran bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE