Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Li welêt hejmara kesên ku ji nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane bû 21.

Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Wezîrê Tendrusitiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, geşedanên dawî yên derbarê nexweşiya vîrûsa koronayê de ragihand.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca reqemên dawî ragihand. Li welêt hejmara kesên ku ji nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane bû 21 û hejmara nexweşan jî bû 947. 

Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Di 24 saetên dawîn da ji bo 2 hezar û 953 gumanbaran test hat kirin. Testa 277 kesan pozîtîf derket. Jimara nexweşên me derket 947an. Ji nexweşên me yên kal û pîr 12 kes mirin. Heta niha 21 kes mirin. Em hişyariyê bidin kal û pîrên xwe. Bira guh bidin sînordarkirina derketina derva. Rîska mirinê her ku emir zêde dibe, pir zêde dibe."

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2020, 12:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE