Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 983 kesan, 26 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 163 hezar û 103yan, jimara miriyan derket 4 hezar û 515an, 1021 kes baş bûn û jimara kesên başbûyî derket 126 hezar û 984an.
Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera wezaretê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 39 hezar û 230 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 983 kesan.
Di 24 saetên dawîn da 26 nexweşan wefat kir, 1021 nexweş baş bûn. Jimara testan bi tevahî derket 2 milyon û 3 hezar û 594an, jimara waqieyan jî derket 163 hezar û 103yan, jimara kesên wefat kirin jî derket 4 hezar û 515an. Jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da 694 e, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 308, jimara nexweşên başbûyî jî 126 hezar û 984 e.
- "Tevdîrên xurttir encamên baştir"
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê daneyên dawîn da parvekirina "Jimara testên me bi tevahî ji 2 milyonî derbas bû. Li gor duh jimara testên me 3 hezar zêde bû. Jimara waqieyên me yên nû di bin 1000î da ye. Rojên li pêş me girêdayî paqijiya destan, maske û rêbaza mesafeya civakî ye. Tevdîrên xurttir, encamên baştir."
AA