Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca: "(Koronavîrus) Îro 9 wefat, 289 pêketiyên nû hene."
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca reqemên dawî ragihand. Li welêt hejmara kesên ku ji nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane bû 30 û hejmara nexweşan jî bû 1236.
Wezîrê Koca: "Çiqas mumkun be em zêdetir testan dikin, divê neyê jibîrkirin. Her ku em nexweşekî dixin dermankirinê, em pê re pêşiya şewbê digirin."
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Em tedbîran bistînin. Dê ev welat serî li ber vê tehdîdê daneyne."
Wezîrê Koca: "Dema nexweşî tune bû, me go 'tunne'. Nuha em roj bi roj rewşê eşkere dikin. Em bi şefafî we dawetî cîbicîkirina rênimayan dikin."
Koca: "Heta îro bi giştî 20 hezar û 345 test hatin kirin, 1236 teşxîs hatin kirin, temamê wan ixtiyar 30 kes mirin."