Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Wezareta Tendirustiyê ragihand, "Di 24 saetan de bo 1815 kesê teşxîsa Kovîd-19ê hat danîn, 23 kes mirin, hejmara pêketiyan bû 9217an û hejmara miriyan bû 131."

Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de bo 1815 kesê teşxîsa Kovîd-19ê hat danîn, 23 kes mirin, hejmara pêketiyan bû 9217an û hejmara miriyan bû 131.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê ya Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya wezaretê, li ser hesabê xwe yê Twitterê jî belav kir.

Li gorî tabloyê hejmara testên ku heta nuha hatine kirin 65 hezar û 446 e û hejmara pêketiyan jî gihiştiye 9 hezar û 217an. Herwiha 131 kesê canê xwe ji dest daye. 568 nexweş di beşa nexweşiyên giran de ne. 394 nexweş entubasyonê de ne. Hejmara nexweşên ku heta nuha ji Kovîd-19ê rizgarbûne jî bû 105. 

Hejmara testên ku îro hatin kirin 9 hezar û 982 û hejmara pêketiyan weke 1815an hat diyarkirin. Herwiha hat tomarkirin ku îro 23 kesan ji ber vê nexweşiyê wefat kiriye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE