Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Wezareta Tendirustiyê ragihand, ''Di 24 saetên dawîn de li 1610 kesan teşxîsa Kovîd-19ê hat kirin, 37an canê xwe ji dest da.''

Li Türkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de li 1610 kesan teşxîsa cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat kirin, 37 kesan canê xwe ji dest da, hejmara pêketiyan gihişt 10 hezar û 827an û ya miriyan gihişt 168an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya wezaretê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.

Li gora tabloyê hejmara testan bi giştî gihişt 76 hezar û 981ê, hejmara giştî ya pêketiyan gihişt 10 hezar û 827an,  hejmara giştî ya miriyan gihişt 168ê. Herwiha hejmara nexweşên li beşa nexweşiyên giran bû 725. Hejmara nexweşên entubeyê bû 523 û bi giştî hejmara nexweşên ku ji Kovîd-19ê rizagar bûn jî gihişt 162an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE