Wezareta Tendirustiyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de li 2704 kesan teşxîsa cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat kirin, 46 kesan canê xwe ji dest da, hejmara pêketiyan gihişt 13 hezar û 531an û ya miriyan gihişt 214an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya wezaretê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.