Li Turkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Wezîrê Tenduristiyê Koca: Hejmara nexweşan ji 359î derket 670 an

Li Turkiyeyê hejmara dawî ya nexweşên koronayê

Li welêt hejmara kesên ku ji nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane bû 9. Hejmara nexweşan jî bû 670. Wezîrê tenduristiyê fahrettîn koca reqemên dawî ragihand.

Wezîrê Tendrusitiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, geşedanên dawî yên derbarê nexweşiya vîrûsa koronayê de ragihand.

Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 4.

Wezîr Koca ragihand ku jineke 85 salî ji vîrusê miriye.

Wezîr Fahrettin Koca beriya wê jî eşkere kiribû ku 2 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê nexweşekî de gotibû "Nexweşekî ku beriya niha wefat kiriye Kovîd-19 bûye."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca reqemên dawî yên bîlançoya vîrûsa koronayê jî ragihand.

Li Tirkiyeyê di rojeke dawî de hezar û 981 test hatine kirin.

Ji van testan 168 heb pozîtîf derketine.

Bi vî şiklî hejmara nexweşan ji 191î derketiye 359an.

Wezîr Koca li ser hesabê xwe got "Eş û elema me zêde bû lê em ê bi ser bikevin."

Koca biryardariya ji bo têkoşîna li dijî nexweşiyê dûpat kir.

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 15:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE