"Li vî welatî wê bûyereke mîna Geziyê ya li Taksîmê neqewime û dê nede qewimandin jî"

Serok Erdogan: "Li vî welatî wê bûyereke mîna Geziyê ya li Taksîmê neqewime û dê nede qewimandin jî."

"Li vî welatî wê bûyereke mîna Geziyê ya li Taksîmê neqewime û dê nede qewimandin jî"

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Li vî welatî wê bûyereke mîna Geziyê ya li Taksîmê cardin neqewime."

Erdogan ji Navenda Giştî ya AK Partiyê bi weşana zindî beşdarî kongreyên bajêr yên Artvîn, Bilecîk, Çankiri, Gazîentab û Îdirê ya 7emîn ya Asayî ya AK Partiyê bû.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got ku em li hember hêzên ku neyartiya dijî welatê me kirina navenda polîtîkayên xwe û rêxistinên terorê yên piştgiriyê ji wan hildidin helwesteke biryardar nîşan didin.

Erdogan diyar kir CHP bûye partiyeke ku 7 roj û 24 saetan derewan dike û şexsê ku serokê partiyê ye jî bûye evdalekî ku 7 roj û 24 saetan derewan dike.

Serok Erdogan destnîşan kir li vî welatî wê bûyereke mîna Geziyê ya li Taksîmê cardin neqewime.

Erdogan der barê çalakiyên li Zanîngeha Bogazîçiyê wiha axivî, "Hûn xwendekar in yan terorîst in ku bi ser odeya rektor da digirin û hewl didin ku wê derê dagir bikin? Em van ciwanên ku endamên rêxistinên terorê ne mîna ciwanên ku xwedî nirxên neteweyî û menewî nahesibînin."

Serok Erdogan diyar kir derî û dilê wan ji bona kesên ku bi Îtifaqa Cumhur ra di têkoşîna ku welatê wan dixwaze derfetên dîrokî yên çêbûne veguherîne serkeftinê da bi wan ra bin, vekiriye.

Erdogan der barê çêkirina destûra bingehîn ya nû da destnîşan kir di serî da Pergala Hikûmeta Serokomariyê wê li ser pêngavên dîrokî yên ku wan li ber welatê xwe vekiriye, bê avakirin û wiha got, "Em ji ber daxuyaniyên erênî û çarçoveya xêz kiriye ku birêz Bahçelî duh di vê mijarê da got, kêfxweş in."

Serok Erdogan di axaftina xwe da got ciwanên ku êrîşî polêsên xwe dikin ciwanên me nînin, ciwanên me dest didin destê polêsên xwe û bi serbilindî bi wan ra dimeşin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE