Li vî welatî destguhertina 4 dibistanên FETOyê temam bû

Li Qeraxên Diranê Fîlê 4 dibistanên têkildarê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dewrî Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê (TMV) kirin.

Li vî welatî destguhertina 4 dibistanên FETOyê temam bû

Li Qeraxên Diranê Fîlê 4 dibistanên têkildarê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dewrî Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê (TMV) kirin.

Balyoza Tirkiyeyê li Abidjanê Esra Demirê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Diranê Fîlê beriya niha biryar wergirtibû ku dibistanên rêxistinê teslîmî Tirkiyeyê bike û di çarçoveya vê biryarê da jî miemeleyên destguhertina dibistanên li bajarê Abidjanê bo TMVyê kuta bûn.

Demirê bal kişand ku vî welatî piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê, hevkariyeke mezin bi Tirkiyeyê ra kir û herwiha meqamên Diranê Fîlê ji bo ku dibistanên FETOyê dewrî TMVyê bikin, di çarçoveya rêziknameya peywendîdar da çi ji destê wan hat, kirin.

Balyoz Demirê wiha dewam kir, "Destguhertina dibistanên têkildarê FETOyê bo Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê, geşedaneke wisa ye ku peywendiyên bihêz ê dostane yên herdu welatan dupat kir."

Serokê TMVyê Bîrol Akgun jî sipasiya hikûmeta Diranê Fîlê kir.

Weqfa ku li ciyên cuda yên dinyayê rêveberiya dibistanên têkildarê FETOyê hildide li ser xwe û dibistanên nû vedike, li tevahiya dinyayê li zêdetirî 100 dibistanî fealiyetên perwerde-hîndekariyê dimeşîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE