Li Vuhanê xebatên ekîba Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê

Heyeta RTCyê ku li ser bingeha Kovîd-19ê lêkolînan dike xebatên xwe yên li Vuhanê didomîne

Li Vuhanê xebatên ekîba Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê

Ekîba Rêxistina Tenduristiya Cihanê (RTC) ya ku ji bo vekolîna bingeha cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) çû bajarê Vuhanê yê Çînê yê ku vîrus lê derket, laboratuvara Enstîtuya Vîrolojiyê ziyaret kir.

Heyet di roja 6emîn a xebatên qadê da xebatên xwe yên li Vuhanê didomîne.

Endamên heyetê çûn ziyareta laboratuvara Enstîtuya Vîrolojiyê ya Vuhanê ku bûbû mijara îdiayên wekî vîrus lê derket an jî vîrus lê hat çêkirin. Endaman ji Alîkarê Dîrektorê Enstîtuyê Şi Cinglî û xebatkarên laboratuvarê agahî wergirtin.

Hat îdiakirin, endamên heyetê yên ku der heqê hevdîtinên xwe da hûrgilî parve nekirin, di mijara gihandinê da rastî astengan hatin.

Piştî şewba Sendroma Akut a Rêya Bihnhildanê (SARS) ya salên 2002-2003yan, enstîtu hatibû avakirin da ku li ser genetîka vîrusên koronayê yên dûvmeqesan arşîvek were pêkanîn. Her wisa hatibû îdiakirin ku Kovîd-19 di vê laboratuvarê da bi destan hatiye çêkirin û bi xeletî pekiyaye derva.

Peywirdarên Çînî, îdiayên navborî red kiribûn û her wiha îdiayên dijber ên neselimandî anîbûn ziman ku Kovîd-19 li welatekî din derketiye holê û bi rêya berhemên deryayê yên cemidandî yên îtxal hatiye welêt.

Çînê bangewaziyên lêpirsînê red kiribûn

Çînê berî niha teleba rêveberiya Amerîkayê ya destpêkirina lêpirsîneke li ser bingeha vîrusê red kiribû.

Pey ra piştî ku zextên navneteweyî zêde bûbûn, heyeta pispor û lêkolînerên ji Amerîka, Awistralya, Almanya, Japonya, Îngiltere, Rûsya, Holanda, Qeter û Vietnamê serê Rêbendanê çûbû Çînê, lê ji ber hişyariya rêveberiya Pekînê ya vîze derbasdar nînin, bi neçarî vegeriyabû.

Piştî wergirtina îznê, heyet vê carê 14ê Rêbendanê bi balafira taybet çûbû bajêr, 14 rojan di karantînayê da mabû û di vê maweyê da digel peywirdarên Çînî bi civînên online agahî ji hev ra parve kiribûn.

Heyetê di xebatên xwe yên qadê yên ji bo tesbîtkirina bingeha vîrusê yên ku 29ê Rêbendanê dest pê kirin da ji xeynî Bazara Berhemên Deryayê ya Vuhanê ya ku pêketiyên ewil lê derketibûn, li Nexweşxaneya Herêmê ya Yekbûyî ya Hubey Çîn û Tiba Rojava û her wiha li Nexweşxaneya Jinyintana Vuhanê lêkolîn pêk anîbû.

- Kovîd-19 cara ewil di bazara xidayê ya li Vuhanê hatibû dîtin

Piştî ku Çînê 31ê Berfanbara 2019an ji RTCyê ra ragihandibû, li bajarê Vuhanê yê eyaleta Hubeyê "nexweşiyeke rêya bêhnhildanê ya nehênî ya ku çavkaniya wê nayê zanîn" derket holê, dinya cara ewil bi Kovîd-19ê hisiyabû.

Nexweşî cara ewil di kesên ku çûbûn bazara xidayê ya berhemên deryayî ya li bajarê Vuhanê da xwe dabû der, bi giliya "aciziya bihnhildanê" ya ku sedema wê nayê zanîn, nexweşê ewil 17ê Mijdarê serî li nexweşxaneyê dabû.

Eşkere bûbû, cureyeke vîrusa koronayê ya ku heta niha nedihat zanîn ya ku tê texmînkirin awayê guhertî yê vîruseke koronayê ya beta ya di dûvmeqeskan da bûye sedema nexweşiyê ku nexweşî wekî îltihabgirtina pişikê xwe nîşan dide.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE