Li Wanê karkerên bi destê terorîstên PKKyî hatibûn şehîdkirin hatin oxirkirin

Ji bo Murat Yagdiran û Emrah Baranê di êrîşa terorîstên PKKyî ya li Çataxê de hatin şehîdkirin merasim hat lidarxistin.

Li Wanê karkerên bi destê terorîstên PKKyî hatibûn şehîdkirin hatin oxirkirin

Ji bo Murat Yagdiran (60) û Emrah Baranê (32) di êrîşa terorîstên PKKyî ya li Çataxa navçeya Wanê birin ser serwêsa sivîlên di saziya rê çêdike da dixebitîn da hatin şehîdkirin merasim hat lidarxistin.

Cinazeyê Yagdiran û Baran piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê hat kirin bi firokeyê anîn pîsta li hemberî Navenda Tibê ya Dursun Odabaşî ya Zanîngeha Yuzuncî Yilê.

Di çarçoveya rêgezên mesafeya civakî da Miftî Omer Keskîn nimêja cinazeyan da kirin, cinazeyê şehîdan ji bo veşartinê birin goristana bajêr.

Mehmet Emîn Bîlmezê Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin, Oguzhan Donmezê Serdozgerê Wanê, Tuxgeneral Yuksel Yîgîtê Fermandarê Cenidrmeyên Bajêr, Alî Karabagê Midûrê Ewlekariya Bajêr, Hamdullah Şevliyê Rektorê Zanîngeha Yuzuncî Yilê, eqreba û dostên şehîdan beşdarî merasimê bûn.

Walî Bîlmez serxweşî da eqrebayên şehîdan.

Terorîstên PKKyî bi teqemeniyê êrîşî serwêsa sivîlên di saziya rêya Zozana Belbûkayê ya li Narliya herêma Çataxê çêdikir da dixebitîn kiribû. Di êrîşê da Murat Yagdiran û Emrah Baran şehîd ketibûn.

Li herêmê operasyona dijî terorîstan dewam dike

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE