Li Wanê otobês û otomobîl li hev qelibîn: 5 mirî, 18 birîndar

Otobêsa ku tê de jinên ku ji Wanê diçûn Kongreya Mezin a Asayî ya 6emîn a AK Partiyê ya ku dê li Enqereyê bê lidarxistin hebûn û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Li Wanê otobês û otomobîl li hev qelibîn: 5 mirî, 18 birîndar

 Otobêsa ku tê de jinên ku ji Wanê diçûn Kongreya Mezin a Asayî ya 6emîn a AK Partiyê ya ku dê li Enqereyê bê lidarxistin hebûn û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Otobêsa ku tê de jinên ku ji Wanê diçûn Kongreya Mezin a Asayî ya 6emîn a AK Partiyê ya ku dê li Enqereyê bê lidarxistin hebûn a bi plakaya 63 As 359 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn û otomobîla bi plakaya 06 DJ 8700 a ku Zekî Dayan diajot û ji aliyê din ê rê dihat re li tanga Balabanê ya navçeya Gewaşê li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Di qezayê de ajokarê otomobîlê Dayan û Încî Eslem, Aslîhan Dayan û Osman û Yadîgar Hadanogluê di heman wesayîtê de mirin, 18 kesên di otobêsê de jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li hawirdor.

Şaredarê Gevaşê Sînan Hakan daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku otobêsa ku tê de ekîba Şaxa Jinan a AK Partiyê tê de bû bi otomobîla ku ji aliyê din ê rê dihat re qelibî û got ku "Di qezayê de 5 welatiyên me mirin, 18 jî birîndarên me hene. Xwedê rehma xwe li welatiyên me yên ku mirin bike, ez ji bo birîndaran şifaya xêrê dixwazim. Rebbê min car din qezayên ev qas biêş û bûyerên wiha nîşanê me nede."

Waliyê Wanê û Wekîlê Şaredar Murat Zorluoglu, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tuxgeneral Yavuz Ozfîdan, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Mehmet Suat Ekîcî hatin cihê bûyerê û der barê qezayê de agahî sitandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE