Li Wezareta Parastinê hetanî ber destê sibê civîn

Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, qedemaya fermanê ya Artêşa Tirkiyeyê û Hakan Fîdanê Serokê MÎTê di civîna bi şev dest pê kirin da hetanî ber destê sibê rewşa dawîn nirxandin

Li Wezareta Parastinê hetanî ber destê sibê civîn

Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, qedemaya fermanê ya Artêşa Tirkiyeyê û Hakan Fîdanê Serokê MÎTê di civîna bi şev dest pê kirin da hetanî ber destê sibê rewşa dawîn a Herekata Kaniya Aştiyê û geşedanên li herêmê hatin nirxandin û di çarçoveya agahiyan da telîmat dan.

Herekata Kaniya Aştiyê ya Artêşa Tirkiyeyê li dijî terorîstên li rojhilatê Feratê dimeşîne bi serkeftî dewam dike, di heman demê da Wezîr Akar û qedemeya fermanê ya Artêşa Tirkiyeyê ji bo sewq û îdareya herekatê mesaiyeke zêde xerc dikin.

Akar û fermandarên Herekata Kaniya Aştiyê kêlî kêlî teqîb dikin do bi şev civiyan. Akar, Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan, fermandarên hêzan û Hakan Fîdanê Serokê MÎTê beşdarî civîna li Wezareta Parastina Neteweyî hetanî ber destê sibê dewam kir bûn.

Di civînê da fermandarên hêzan bi rêya vîdeokonferansê va bi Navendên Herekatê û fermandarên yekîneyên li herêmê ra axivîn, dîmenên ji qadê hatine kişandin bi baldarî teqîb kirin.

Bi agahiyên hatin va rewş nirxandin û ji bo dewama herekatê bi mixatabên xwe yên ji Amerîkayê û Rûsyayê ra agahî parve kirin û ji wan agahî hildan.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 10:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE