Li Zelandaya Nû êrîşa dijî mizgeftan: 40 kuştî

Morrîsonê Serokwezîrê Awistralyayê destnîşan kir yek ji kesên li Chrîstchurcha bajarê Zelandaya Nû êrîşî mizgeftan kirin welatiyê Awistralyayê ye. 

Li Zelandaya Nû êrîşa dijî mizgeftan: 40 kuştî

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacînda Ardernê ragihand di encama êrîşên terorê yên li bajarê Christchurchê li 2 mizgeftan hatin kirin da 40 kes hatin qetilkirin.

Serokwezîra Zelandaya Nû Ardernê civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku ew êrîşên li bajarê Christchurchê ser 2 mizgeftan hatin kirin "êrîşên terorê" ne.

Ardernê di berdewamiya axaftina xwe da got ku di êrîşên terorê yên li ser mizgeftan da 40 kes hatin kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar in.

Serokwezîr Ardernê ragihand ku ji ber êrîşên terorê 4 kes hatine binçavkirin û yek ji wan jî welatiyê Awistralyayê ye.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Adar 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE