Li Îzmirê dibistan hatin tetîlkirin

Wezîr Selçuk ragihand li tevahiya Îzmirê ji bona hefteyekê navber dane perwerdeyê.

Li Îzmirê dibistan hatin tetîlkirin

Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçuk diyar kir wan biryar da ku bila li Îzmirê heta hefteyekê perwerdehî neyê kirin.

Wezîr Selçuk ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê erdheja li Îzmirê çêbû da destnîşan kir ku zirar û ziyana ji pêk hat wê bi hevkarî bê çareserkirin û wiha domand: "Li seranserê bajêr perwerdehî wê hefteyekê neyê kirin û ji bo vê me biryar da. Wek alema perwerdehiyê em ê tevlî xwendekar, mamoste, rêvebir û weliyên xwe emê milê xwe bikin milê hev û ji heqê zehmetiyan bên der."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE