Li Îzmirê ji bin kavilê Apartmana Riza Beyê piştî 91 saetî zarokek hat derxistin

Li kavil xebata ekîbên lêgerîn xilaskirinê didome.

Li Îzmirê ji bin kavilê Apartmana Riza Beyê piştî 91 saetî zarokek hat derxistin

Li Îzmirê 91 saet piştî erdheja ku roja înê çêbû, ji bin kavilê Apartmana Riza Beyê zarokeke qîzîn hat derxistin.

Li kavil xebata ekîbên lêgerîn xilaskirinê didome.

Di xebatan da ekîbên ku zarokek dît, berê xwe dan bi wî aliyî.

Gava zarok hat dîtin, serûm, betaniya termal û sedye şandin bin kavil.

Zaroka ku dan ser sedyeyê, ji bin kavil derxistin û birin ambulansê. Gava zarok hat xilaskirin, dengê çepikan bilind bû.

Eşkere bû navê keça ku wekî mirova 107emîn ji bin kavil bi saxî hat derxistin, Ayla Gezgin e.

Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu jî ji ser Twitterê wiha ragihand, "Em gihîştin ewladeke xwe ye din jî. Elhemdulillah."

Waliyê Îzmirê Yavuz Selim Koşger jî wiha daxuyand, "Û Ayla Gezgin bi saxî hat xilaskirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE