Li Îzmirê piştî 17 saetan 3 kesên din bi birîndarî ji bin enqazê hatin derxistin

Li Îzmirê piştî 17 saetan 3 kesên din bi birîndarî ji bin enqazê hatin derxistin
GALERIYA NÛÇEYÊ
Erdheja li Îzmirê

Erdheja li Îzmirê

Li Îzmira ku xebatên legerîn û xilaskirinê dewam dikin da piştî 17 saetan ji bin enqaza avahiya Riza Beg, Încî Okana 16 salî, ji bin ya Yilmaz Erbek, Hulya Ozmet û ji bin ya Sîteya Barişê jî Nurcan Tosuna 50 salî birîndar hatin derxistin. 

Li peravên Seferîhîsara navçeya Îzmirê piştî erdheja bi lerza 6,6an qewimî ji cihê herî zêde tesîr lê bû yek jî navçeya Bayrakliyê bû û niha di enqaza 9 avahiyan da xebatên legerîn û xilaskirinê dewam dike.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirlî piştî erdhejê bi Buse Hasyilmazê ra axivî bû û Încî Okana li cem wê bû jî hat xilaskirin.

Ewilî Buse û malbata wê hatin xilaskirin û ekîbên lêgerîn û xilaskirinê hewlên xwe domandin û piştî 17 saetan Încî Okan jî bi saxî lê birîndar ji enqazê hat derxistin.

Di xebata lêgerînê ya enqaza avahiya Yilmaz Erbek a du qatên wê yên binî pelişîn da jî xeberên xêrê tên û ekîbên lêgerîn û xilaskirinê karên xwe didomînin.

Di nav 2 saetên dawîn da Fadîme Tolu û Gulçîn Aykut Soydan hatibûn xilaskirin û herî dawîn jî Hulya Ozmet ji heman enqazê awayek birîndar hat derxistin û bi ambulansê birin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Egeyê.

Ji enqaza Sîteya Barişê jî Nurcan Tosuna 50 salî birîndar hat derxistin.

Sê qatên binî yên Sîteya Barişê pelişîn û piştî 17 saetan Nurcan Tosun ji bin enqazê hat derxistin û bi ambulansê şandin Naxweşxaneya Zanîngeha Egeyê.

Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê di enqaza heman avahiyê da Emîne Erena 62 salî jî piştî 14 saetan derxistibûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE