Lijneya Zanistî ya Koronavîrusê bi rojeva "perwerdeyê" civiya

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk wê piştî civîna lijneyê di saet 19.15an da daxuyaniyan bidin

Lijneya Zanistî ya Koronavîrusê bi rojeva "perwerdeyê" civiya

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk wê piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê bi hev ra civîna çapemeniyê li dar bixin.

Civîn li Kampusa Bîlkentê ya Wezareta Tenduristiyê di saet 13.30î da dest pê kir û di civînê da ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tevdîrên nû û rewşa kesên ku vîrus kişiyayê tê nirxandin.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca serokatiya lijneyê dike û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk jî beşdar bû.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh bi wezîran ra ser telekonferansê axivîbû û ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ra gotibû ku ji bo pêvajoya perwerdeya ji dûr va divê Lijneya Zanistê biryara dawîn bide.

Koca û Selçuk wê piştî Civîna Lijneya Zanistê di saet 19.15an da der barê rewşa dawîn a tenduristî û perwerdeyê da daxuyaniyan bidin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE