Lêkolîna li Konsolxaneyê 9 saet dewam kir

Rayedarên Tirk û Siûdî yên koma xebatê ya lêkolîna li ser rojnameger Cemal Kaşikçi ku li Stenbolê ketibû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî û paşê winda bûbû, piştî lêkolînê ji konsolosxaneyê derketin.

Lêkolîna li Konsolxaneyê 9 saet dewam kir

Rayedarên Tirk û Siûdî yên koma xebatê ya lêkolîna li ser Nivîskarê Washington Postê û rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi ku li Stenbolê ketibû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî û paşê winda bûbû, piştî lêkolînê ji konsolosxaneyê derketin.

Rayedarên Tirk û Siûdî ku di koma xebatê ya hevpar da cih digrin, cuda cuda ji konsolosxaneyê derketin. Heyet ji herêmê dûr ketin û tu daxuyanî nedan.

Piştî ekîbên polêsan rayedar jî ji konsolosxaneyê derketin û ji komên ku seba lêkolînê ketin avahiyê, tu kes nema.

Cîgirê serdozger û dozgerê komarê ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê wezîfedar kirin, personelên pispor ên Midûriyên Şaxa Têkoşîna Terorê, Asayîş û Lêkolînkirina Cihê Bûyerê yên Midûriya Emniyeta Stenbolê û rayedarên Erebistana Siûdî beşdarî lêkolînên li konsolosxaneyê bûn.

Bûyer

Cemal Kaşikçiyê piştgirî dida rojnameya El Watanê ku ev rojname seba reformîstên Siûdî platformeke girîng e û di heman demê da di Rojnameya Washingtonê da dinvîsî, 2yê cotmehê roja sêşemê ji bo karên fermî li Stenbolê çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî û ji wê demê pê va tu agahî jê nayê hildan.

Çavkaniyên emniyetê piştrast kirin ku Kaşikçi piştî çû konsolosxaneyê, careke din jê derneket, di heman saetan da bi 2 balafiran 15 welatiyên Siûdî ku hatibûn Stenbolê û ketibûn avahiya konsolosxaneyê û paşê dîsa vegeriyabûn welatê xwe yê ku jê hatibûn.

Piştî ku Kaşikçi ketibû konsolosxaneyê û tu agahî jê nehat hildan, koma xebatê ya hevpar a ku ji rayedarên Tirk û Siûdî pêk tên, hatibû avakirin, van ekîban duh danê nîvro li Midûriya Emniyeta Stenbolê civîna xwe ya ewil kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE