Serozdozgeriya Komarê ya Ankarayê di çarçoveya lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) da ji bo 15 şikbarên bikarhênerên ByLockê biryara binçavkirinê da.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat diyarkirin ku di lêpirsîna Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê dimeşîne da ji bo 15 şikbarên hat tesbîtkirin ByLocka bernameya peyaman a veşartî bikar anîne biryar binçavkirinê hat dayîn.
Li gor daxuyaniyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Malî ya Midûriyeta Ewlekariya Ankarayê xebatên ji bo derdestkirina şikbaran didomînin.AA