Lêpirsîna ji bo qezaya trênê ya li Ankarayê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê qezaya trêna bilez ya li Enqereyê qewimî da lêpirsîn da destpêkirin.

Lêpirsîna ji bo qezaya trênê ya li Ankarayê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê qezaya trêna bilez ya li Enqereyê qewimî da lêpirsîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat diyarkirin ji ber ku trêna bilez ya sefera Enqere-Konyayê dikir ber destê sibehê li navçeya Yenîmahalleyê li rawestgeha Marşandizê qeza kir, lêpirsîn dane destpêkirin.

Hat destnîşankirin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bona bûyerê 3 dozgerên komarê wezîfedar kir.

Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn destnîşan kiribû ku di qezayê da 4 kes mirine û 43 kes jî birîndar bûne.

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2018, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE