Lêpirsîna şewata ku li nexweşxaneyeke taybet a li Gaziantepê li unîteya nexweşên giran a cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji ber cihazê oksîjenê derket û di encamê da 11 kes mirin, didome.
Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Gaziantepê ya li ser şewata li unîteya nexweşên giran a Kovîd-19ê ya Nexweşxaneya Taybet a Sani Konukoglu ya Zanîngeha SANKOyê bi awayekî hesas tê meşandin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku du dozger hatin peywirdarkirin da heyeta pispor ku tê da endazyarê makîne û ceyranê û her wiha pisporê ewlekariya şixul jî beşdar in, lêkolînên xwe yên li ciyê bûyerê temam kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ji xebatkarên nexweşxaneyê û eqrebayên nexweşan agahî tê sitandin.
Her wisa lêpirsîna îdarî ku ji hêla Midûriyeta Tenduristiya Parêzgehê tê meşandin jî didome.
Di şewata li unîteya nexweşên giran a Kovîd-19ê ya Nexweşxaneya Taybet a Sani Konukoglu ya Zanîngeha SANKOyê da 11 nexweş miribûn.
AA