''Lîsans û lîsansa bilind jî di nav da efûya der barê xwendekaran da wê pêşkeşî Meclisê bê kirin''

''Lîsans û lîsansa bilind jî di nav da efûya der barê xwendekaran da wê pêşkeşî Meclisê bê kirin''

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma TBMMyê yê AK Partiyê da axivî, ji parlamenteran û ji bo xebatên di Lijneya Giştî û Komîsyonê ya Meclisê da tê kirin ra serkeftin xwest.

Erdogan behsa Şahiya Ciwanan a Ak Partiyê li Edeneyê li dar xist kir û got partiya wî derfetê dide ku ew bi ciwanan ra pireyekê ava bikin û wiha axivî: "Em ê teklîfa wek "efûya xwendekaran" tê zanîn û demeke em li ser dixebitin di rojên pêş me pêşkêşî Meclisê bikin. Ev ji xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê yên mecbur mane dev ji perwerdeya xwe berdin ra li gor hin şert û mercan rêya vegera mektebê vedike. Ez ji niha va ciwanên me yên dixwazin lîsansa xwe ya bilind temam bikin ra dibêjim ev teklîf ji bo wan û welatê me li ser xêrê be."

- Endamtiya NATOyê ya Swêd û Finlandiyayê

Serokomar Erdogan behsa serlêdana endamtiya NATOyê ya Swêd û Finlandiyayê jî kir û wiha got: "Di mijara NATOyê da heta Swêd û Finlandiya di têkoşîna dijî terorê da gavên eşkere, berbiçav û bibiryar nevêjin em ê tevgera xwe tu carê neguherînin."

Erdogan TUSÎAD û daxuyaniyên wê rexne kir û wiha axivî: "Heke TUSÎAD wiha dewam bike, bila qet deriyê vê desthilatiyê nexe. CHP ji we ra çi dibêje, hûn jî wek wan diaxivin.

Li ser gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu yê ku gotibû "CHP ne CHPya berê ye" Erdogan wiha got: "Milet çi xêr ji yên berê dît ku xêrê ji yên nû bibîne. Edî cihê pêşdarazên der barê Tirkiyeya berê da di siyaseta Tirk da tune. Kemal Beg meşrebê te çi dibe bila bibe em bi meşrebê te ra eleqedar nabin."

- Navê THYyê

Ji bo navguhertina Rêhewaya Tirkiyeyê Erdogan got "Rêhewaya me ya neteweyî wê seferên xwe yên navneteweyî ne bi navê Turkish Airlines, wê bi navê Turk Havayollari (Rêhewaya Tirk) bike."

- "Divê parêzbendiya Aydenizê bê betalkirin

Der barê Saliha Aydeniza DBPyî ya ku kulmek li polês xistibû da jî wiha axivî: "Divê parêzbendiya Aydeniza DBPyî ya ku kulmek li polês xist bi lez bê betalkirin. Em wisa bawer dikin ku Meclis jî di vê mijarê da wê berpirsyariya dikeve li ser xwe wê bike."

Serokomar Erdogan daxuyand ji bo xebatkar û teqawîdbûyiyan ferqa enflasyonê wê di meha tîrmehê da bê dayîn, serê salê jî gavên berfireh û baş wê bên avêtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE