Di çarçoveya Lûtkeya G-7ê ya ku li Biarritza bajarê Fransayê tê lidarxistin da 19 kesên din jî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Pyrenees-Atlantique da hat diyarkirin ku di çarçoveya Lûtkeya G-7ê da 19 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da nehat gotin ku gelo li ku derê hatine binçavkirin û rewşa wan çawa ne.
Lûtkeya G-7ê ya 45an di mazûvaniya Fransayê da li bajarê Biarritzê tê lidarxistin.
Walitiyê do diyar kiribû ku di çarçoveya lûtkeyê da 68 kes hatin binçavkirin.
Çalakvanên dijî lûtkeyê li der û dora Biarritzê çalakiyan li dar dixin. Çalakvanan pêr jî li Hendaye û Bayonneya bajarokên li nêzî Biarrritzê protesto kiribûn.
Polêsên Bayonneyê bi xaza rondikrêj û ava tazyîk midaxeleyî çalakvanên hin amûr diavêtin kiribûn. Roja înê li Urrugneyê di navbera polêsan û çalakvanan da bûyer derketibûn, di bûyeran da 17 kes hatibûn binçavkirin, 4 polês birîndar bibûn.
Wekî mayîn ji bo lûtkeyê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan. Bi taybetî ji ber îhtimala êrîşa terorê 13 hezar û 200 polês û 450 wezîfedarên agirkujiyê wezifeyê dikin.