Macron: Em rêzê nîşanî Turkiyeyê didin û ji bo guftûgoyê amade ne

Serokomarê Fransayê Macron: Em rêzê nîşanî Turkiyeyê didin û ji bo guftûgoyê amade ne

Macron: Em rêzê nîşanî Turkiyeyê didin û ji bo guftûgoyê amade ne

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew rêzên nîşanî Turkiyeyê didin û ji bo bi Turkiyeyê ra guftûgoyê bikin amade ne.

Macron ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) bi vîdeo peyamek beşdarî 75emîn Lijneya Giştîya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.

Serokomarê Fransayê Macron di axaftina xwe da destnîşan kir ku li Rojhilatê Behra Spî ji bo careke din rê li qada şer û pevçûnê bê girtin divê hiqûqa navneteweyî neyê binpêkirin û ji bo guftûgoyê hewl bê dayîn.

Macron di axaftina xwe da got: "Em rêzê nîşanî Turkiyeyê didin û ji bo guftûgoya pê ra amade ne. Em li bendê ne ku Tirkiye jî rêzê nîşanî serweriya Ewropayê û hiqûqa navneteweyî bide û çalakiyên xwe yên li Lîbya û Sûriyeyê jî eşkere bike. Heqaret bi kêr nayên. Em Ewropayî ji bo guftûgoyê amade ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE