"Macron şaşiyeke mezin dike ku Tirkiyeyê dikişîne nav nîqaşan"

"Macron şaşiyeke mezin dike ku Tirkiyeyê dikişîne nav nîqaşan"

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "(Gotinên Macron) Şaşiyeke mezin dike ku Tirkiyeya di dîroka wê da mîna dagirkeriyê şermeke mezin tuneye dikişîne nav nîqaşên wiha."

Çavuşoglu li Ukraynayê ku ji bona Civîna 9emîn ya Koma Plankirina Hevkariya Stratejîk ya Tirkiye û Ukraynayê çûbû, li bajarê Lvîvê bi Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba ra daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona gotinên Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ku di mijara Cezayîrê da Tirkiyeyê sûcdar dikir, wiha got, "Şaşiyeke mezin dike ku Tirkiyeya di dîroka wê da mîna dagirkeriyê şermeke mezin tuneye dikişîne nav nîqaşên wiha."

Çavuşoglu ji bona gotinên Macron yên ku Tirkiyeyê sûcdar dike da got ku heger der heqê me da gotineke wî hebe bira li pişt me xeber nede, bira rasterast li rûyê me bibêje.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE