Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Dayik Rahîme Taşçiya ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber derê avahiya bajêr a HDPyê bû.

Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ku ji revandina ji bo serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da dan destpêkirin di roja 394emîn da dewam dike.

Dayik Rahîme Taşçiya ku ji Qersê ji bo kurê xwe Faruk hat jî beşdarî çalakiyê bû.

Taşçiyê got ku kurê Farukê 15 salî 7 sal berê sibehê ji malê derket û cardin venegeriya.

Taşçiyê got ku kurê wê tekane kurê malbatê bû û diyar kir nizane ka kurê wê sax e yan mirî ye.

Taşçiyê behs kir piştî ku di têlevîzyonê da dayikên ku li ber derê avahiya HDPyê çalakî dîtin dît ji bo ku dengê xwe bigihîne zarokê xwe biryar da ku beşdarî çalakiyê bibe û got ku "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Bila kurê min paşva bînin."

Taşçiyê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha axivî: "Kurê min tu li ku bî bizivire were. Bavê xwe û me tenê nehêle. Tu li ku dibî bibe ez ê li pey te bêm û te paşva bînim. Tenê têlefonekê bike kurê min. Tu 7 sal e ne li vir î."

Dayik Hatîce Temura ku ji Hatayê hat û ji bo kurê xwe Îbrahîm çalakî dike jî bi bîr xist ku 18 zarok gihaştin malbata xwe û bangî kurê xwe kir ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE