Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Bav Îlyas Aksuyê ku ji bo kurê xwe Emrahê li Stenbolê bi xerandin derxistin çiyê ji Qersê hat

Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin bû.

Çalakiya dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin di roja 670emîn da dewam dike.

Bav Îlyas Aksuyê ku ji bo kurê xwe Emreyê li Stenbolê bi xerandin derxistin çiyê ji Qersê hat got ku 11 sal e ji kurê xwe xeber hilnedaye. 

Aksu diyar kir ku kurê wî yê ku ji bo xebatê çû Stenbolê cardin venegeriya û got ku "Em HDPyê berpirsyar dibînin. HDPyê kurê min xapand û şande çiyê. Tu berpirsyarekî din tune. Ez hatim ber derê HDPyê, kurê xwe dixwazim."

Aksu diyar kir ji têlevîzyonê dîtin ku gelek malbat gihaştin ewladên xwe û behs kir ku ji ber vê yekê hêviya wî heye ku dê ew jî bigihêje kurê xwe. 

Aksu diyar kir ku wek malbat 11 sal in êşê dikşînin û got ku "Emrah kurê min were, teslîm bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE