Malbateke din beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din beşdarî dayikên Diyarbekirê yên ku li pêş avahiya HDPê nobeta xwe didomînin, bû.

Malbatên ji revandina zarokên xwe yên ber bi serê çiyê va HDPê berpirs dibînin di 3ê Îlona 2019an da dest bi nobetê kirin û 906 roje çalakiya xwe didomînin.

Halîk Kiliçê birayê Ferman Kiliçê 21 salî ku di sala 2013an da li Hekariyê bi xapandin revandine serê çiyê, hat û beşdarî nobeta dayikan bû.

Kiliç daxuyanî da rojnamegeran û got ku birayê wî ji xwe ra cotkariyê dikir û wiha domand: "HDPê birayê min revand û teslîmî PKKê kir. Ez lê geriyam lê min ew nedît. Min di têlevizyonê da dît ku dayikan dest bi nobetê kirine û bi vê hêviya me jî zêde bû. Înşeallah ewladên me hemûyan vegerin û herkes bigihîje ewladê xwe. Ez birayê xwe ji HDPê dixwazim lewra wan ew bir û teslîmî PKKê kir."

Kiliç xwest ku bila birayê wî were û teslîm bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE