Malbateke din jî beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin bû.

Çalakiya dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin di roja 662yan da dewam dike.

Nazîme Toptaşa dayik ji bo Dogan Alî Toptaşê kurê xwe yê 5 sal berê li Stenbol xapandin û revandin çiyê ji Sariqamîşa navçeya Qersê hat û beşdarî çalakiyê bû.

Toptaşê got ji bo bigihêje kurê xwe hat pêşiya avahiya bajêr a HDPyê û bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe.

Toptaşê got nizane ku kurê wê li ku derê ye, 5 sal e hesreta ewladê xwe maye.

Toptaşê destnîşan kir ku di televizyonê da çalakiya dayikên Diyarbekirê dît û wiha axivî: "Ez çûm avahiya wan û min got, 'Ji bo Xwedê kurê min bidin. Min bi karê paqijiyê kurê xwe bê bav mezin kir.' 5 sal e li ber dîwaran li benda wî me, çavên min li rêya wî ne. Êdî taqeta min nema. Ji bo Xwedê kurê min bidin. Ma min çi bi we kir? Ez çûm avahiya HDPyê. Destûr nedan ku têkevim hundir. Ez avêtim derva. Ez tirsiyam. Ewladê xwe ji HDPyê dixwazim."

Toptaşê tîşortê kurê xwe rayê da û got ku hesreta kurê xwe bi vê sivik dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE