Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji HDPyê wekî berpirsyarê revandina serê çiyê ya zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 512emîn da dewam dike.

Dayik Sevîl Esendemira ku ji bo keça xwe ya ku 7 sal berê di 20 saliya wê da ji Gazîentabê derxistin çiyê hat jî beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Dayik Esendemirê got ku dema keça wê Buşra xwendekara zanîngehê bû ew xapandin û derxistin çiyê.

Esendemirê got ku heta îro ji keça xwe tu xeber hilnedaye û gelekî bêriya wê kiriye.

Esendemirê diyar kir ku dixwaze bigihêje keça xwe ya ku hesreta wê ye û got ku "Xwarziya te çêbû, tu bûyî xaltîk. Keça min înşellah tu dê bê. Min bêriya bêhna te kiriye."

Esendemirê bangî keça xwe kir ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe û wiha axivî: "Qet netirse keça min. Were teslîmê polês û eskeran bibe. Em hemû li benda te ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE