Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û malbatên din jî beşdarî çalakiyê bûn.
Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 527em da didome.
Ergîn Atmeca ji Batmanê seba Abdulhadiyê birayê xwe yê ku 3 sal berê di 19 saliya wî da revandin serê çiyê, hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû.
Atmeca daxuyanî da û diyar kir ku dema ku birayê wî di zanîngehê da dixwend, wê demê birin serê çiyê.
Atmeca got, "Birayê min ji bo eydê hatibû Batmanê. HDPyê biriye serê çiyê. HDP ji vê berpirsiyar e. Heta birayê min neyê, ez ji vê çadirê naçim tu derê." Atmece diyar kir ku diya wî pir nexweş e û wan bi malê va pir bîra birayê wî kiriye.
Atmeca wiha axivî, "Zarokên hin dayikan hatin. Ez jî bi vê hêviyê hatim. Bira birayê min vegere mala xwe."
AA