Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbatake din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ji bo bigihîjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin bû.

Malbatên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û çalakî di roja 821î da dewam dike.

Fatma Turkan Gungor ji bo Veyselê kurê xwe yê di sala 1994an da dema 19 salî bû xapandin û birin çiyê, hat bajêr û beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Gungorê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku kurê xwe di şertên zor û zihmetî da mezin kir lêbelê kurê wê xapandin û birin çiyê.

Gungorê destnîşan kir ku kurê wê li Tunceliyê wekî karker dixebitî rojekê got 'ez diçim çarçiyê' ji malê derket û paşê nehat û wiha pê da çû:

"Veysel ez ji bo te hatim vê derê. HDPyê tu xapandî birî. Ez ewladê xwe ji HDPyê dixwazim. Lenet li piştgirên PKKyê were. Ez te bernadim, ez ê te bistînim. Hetanî dawiyê li vê derê me. Bira HDP kurê min bide. Êdî bes e HDP xuna me dimêje. Bira ji me dûr bisekine, em HDPyê naxwazin."

Gungorê destnîşan kir ku li her ciyî li kurê xwe geriya lêbelê encamek bi dest nexist, ji bo ewladê xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Gungorê axaftina xwe wiha domand: "Haya min ji vê tunebû ez ji dost ehbaban hîn bûm. Heke haya min hebûya ez ê beriya vê bihatima. Veysel êdî were, ji bo te ez ji rêya dûr hatim vê derê. Ez ê te li wan deran nehêlim, te hildim herim malê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE