Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû ku li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, di nobetê da ne.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPyê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 1031ê ye ku çalakiya wan dewam dike.

Zeliha Esleka dê û Abdulkadir Eslekê bav ji Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê ji bo kurê xwe Îsa beşdarî çalakiya rûniştinê bûn ku di sala 2016an da dema 15 salî bû hat revandin.

Eslekê bav ji rojnamegeran ra diyar kir ku ev 6 sal e ew ji kurê xwe xeberê nastîne.

Eslek diyar kir ku ew dixwaze bigihêje kurê xwe û wiha dewam kir, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Em ji bo wî li vir in. Bi Îzna Xwedê Îsayê me dê were û heta were em ê li vir bin. Hêvîdar im Îsayê me dê vê eydê were."

Esleka dayik jî bangî kurê xwe kir û wiha got, "Kurê min heger dengê min tê te, vegere, em te qebû dikin. Hemû dayik perîşan bûne. Heke dayikên xwe yên li vir dibînin, em rica dikin bira zarok vegerin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE