Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandinê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin dewam dike.

Sever Fîdana ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat ji bo Tayfurê kurê xwe yê 11 sal berê di 17 saliya xwe da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû.

Fîdana dayik bi Kurdî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku kurê wê yê şivan êvarê nehat malê li ser vê sibetirê derketin ku lê bigerin.

Fîdanê diyar kir ku da pey kurê xwe û dît ku terorîstên PKKyî kurê wê girtine û got, "Kurê min xapandin, aqil ji serî hildan. Paşê kurê min ji min ra neşandin. Hetanî nika min jê tu xeber hilnedaye."

Fîdanê destnîşan kir ku çalakiya dayikan di televizyonê da dît û wiha pê da çû: "Min biryar da ku beşdar bibim. Em hetanî ku bijîn em ê aliyê dewleta xwe bibin. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Wan kurê min bir û bira paşda bînin. Hetanî kurê min teslîmî min nekin ez ji vê derê ranabim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE